Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê derxwanên Serpêla Zehavê mecbûr dike ev tirakên bilavkirî yên baykot a hibijartinê kombike

02:52 - 6 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Serpêla Zehav li parêzgeha Kirmanşanê, berpirsên debistna seretayî a Someye bi zore milê dersxwanan naçar dike têrkên bilavkirî pêwendîdar bi tehrîmkirina hilbijartinan kombikin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, piştî evê ku li bajarê Serpêla Zehav CD û tirakên merbût bi tehrîmkirina hilbijartinên serkomariya rejîma Îranê hatibûn bilavkirin, berpirsêm ewlehiyên vî bajarî dexwaz ji karbidestên debistana Someye kirin hewl biden ev tirak û deruşmane kom bikin.

Hevwelatiykî bajarê Serpêla Zehav bi malpera Kurdistanmedia ragehand, karbidestên debistana Someye li ser biryara nawenda ewlehiyên qutabxanan daxwaz ji dersxwanan kir bi demekî zû tirak û sîdî (CD)yan kom bikin.

Şeva duşemî 3\'ê Hezîran a 2013\'an, çendîn nusxe ji rêkevtina PDK Îranê û Komalê û pişkek ji axavtina rêzdar Mistefa Hîcrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat bilavkirin.

Bajarê Serpêla Zahavê: Meyîdançe, Meyîdana Îmam, xiyabana Şah Ebas, Meyîdana Qa\'im, Tazeava, Qerbalixî Ezem, Çarrêya Welîehd û Zehferan ev cihên ku çalakî tê de hatinkirin.

Li bajaroka Qesra Şîrînê jî bi nîşana baykotkirina hilbijartinan çalakî birêve çûn û ev çalakiyane li Xiyabana Dr. Qasimlo, şeqama Îmam û çendîn cihên din yê vî bajarî birêve çûn.