Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê devreya amadigiya difayî bo kirê girtiyên xwe birêve dibe

14:33 - 1 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamiya Îranê bi birêve birina gelaleyekî serbazî, dixwaze xelkekî zaf devra xwe kom bike û çekdar bike.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sipaha pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê, li gelaleyekê de bi cihê karta Serbaziyê karta Kesik (Sebz) bo hejmarek kirê girtiyên xwe çê dike û bi danîna devreya leşkerî û amadigiya difayî têdekuşe ku xelkê sivîl çekdar bike.
Ew devreya ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve hatiye asan kirin û serbarî evê ku dirav û pileyekî zor dide, her kesek li cihê jiyana xwe ew devrê bo berêve dibin.
Ew karê rejîma Îranê bi heceta pitir ewlehîkirina deverên Rojhelata Kurdistanê ku berdewam weke deverekî şer lêkirî temaşe dike û tê encam dan.
Rejîm bi wana jî razî nebûye û li gel her yek ji kirê kirêgirtiyên xwe rêkevtinnama 5 sale gêrê dide ku ew daxwaza rejîm ji aliyê xelkê ve bersivek nehatiye dan.