Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di cihê dabînkirina jiyana xelkê piştewaniya rejîma Sûriyê dike

12:55 - 20 Gulan 2021

Wezîrê Berevanî û Piştewaniya hêzên Çekdarên Îranê, Pasdar “Emîr hatemî” got: “Navendên aborî yên wezareta Berevaniyê, amadene ku her core hevkarî û piştewaniyê li avedankirin û dabînkirina hewcehiyên Sûriyê de bikin”.

Roja Çarşemî 19ê Gulanê, Pasdar Emîr Hatemî di cihê piştewanîdan bi xelkê Îranê û dabînkirina hewcehiyên xelkê û avedankirina Îranê ku bi sedema lehiyan û erdhejan û hejariyê û neşiyan û gendeliya berpirsên rejîmê li rewşa herî dijwar dene, bêşermane amadebûna rejîmê bona avedankirina Sûriyê û dabînkirina hewcehiyên rejîma Sûriyê ragihan.

Wezîrê Berevanî û Piştewaniya hêzên Çekdarên Îranê li hevdîtina digel Cihgirê Wezîrê Ticareta Hundirî yê Sûriyê “Cemaleddîn Îbrahîm Şo`eyb” û Cihgirê Wezîrê Pîşe yê Sûriyê, “Cemal Elomer” de, tevî îşare kirin bi girîngiya stratejîka Sûriyê bo Îranê ragihand: “Komara Îslamiya Îranê bi hemî şiyan û hêza xwe ve amadeyê bona piştewanîkirin û avedankirin û dabînkirina hewcehiyên Sûriyê”.

Herwisa wî pasdarê terorîst ragihand: “ bona dabînkirina hewcehiyên Sûriyê û her core hevkarî û piştewaniyê, em xwe li ti hewlekê naparêzin”.

Rejîma Îranê tevî piştewaniya siyasî û leşkerî li rejîma Sûriyê, bi salan e ku nefta Îranê bo Sûriyê dişîne u heta niha ti amar û zaniyriyek li ser dahata wê neftê nehatiye zanîn û rejîma Îranê heta niha ti zaniyariyek li ser dahata wê neftê belav nekiriye.

Hêzên girêdayê rejîma Beşar Esed û girêdayê rejîma Îranê bi perê xelkê Îranê jiyan dikin û beşeke xelkê Îranê neçarin bona “zindîman” li nav bermav û zibildanan de li pey pariyek nan bigerin.