Di deve devê vebûna xwendingehan di Kurdistan ê de, Spaha terorîst a Pasdaran, di bin navê alîkarîdan bi xwendewanan re, daxwaz ji wan kiriye ku piştî vergirtina pere, dibe serdana binkeyên besîc bikin û navê xwe di wir de, bidne nivîsandin.
Pêka zaniyariyan, di heyamê çend rojên derbasbûyî di bajarê “Şino”yê de, Spaha terorîst a Pasdaran pakîtên naman birine ber derê malên xwendevanan ku di wan pakîtên nameyan de, kartekî bankî ya 300 hezar tumenî û formek hebûye.
Piştre, malbatên wan xwendevan re ragihandine ku dibe piştî vergirtina namê û karta bankî, serdana binkeya besîc a wî bajarî bikin û navê xwe, bidin nivîsandin.
Hemû salan, rejîma Îranê, di bereberê vebûna xwendingehan, hejarî û deskurtiya xelkê bi derfet zanîye û xwestiye bala xwendevanan bo aliyê xwe rabikêşe û wan bike endamê demûdezgehên xwe yên terorîstî.
Pêka zaniyariyên belavbûyî, berê jî, di formekê de ku dabûn xwendevanên Îran ê, daxwaz ji wan kiribûn ku, li ser cor û modela mobayl û kampiyotera daîk û babê xwe hin zaniyariyan binivîsin.
Ew kiryarên rejîma Îranê, di demekî dene ku bi rûyên cuda, cehd li ser kultûra sîxurîkirina endamên civakê di derheq hevdu, berfireh bibe û bi wî awayî, dengê nerizayetî û kesên dijî xwe, bi wê rêyê, tepeser bike.