Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di lîsteya gendeliyên malî di nava 180 welatan de, di pileya 150 yê deye

17:49 - 26 Kanûna Paşîn 2022

Pêka nûtirîn rapora Saziya Ronkariyên Navnetewî, li derheq pêwera gendeliyê di sala 2021an de rejîma Îranê yek ji gendeltirîn rejîmên cîhanê û deverê tê hesabê.

Ew rapor eşkere dike û di nava 180 welatan de, Îran di warê gendeliya malî di pileya 150ê deye û di gel welatên wekî “Oganda, Bengiladêş, Muzambîk û Angula” di yek pile deye.

Di nava welatên cînarên Îran û deverê de ,tenê rewşa “Îraq, Turkemenistan, Efxanistan, Sûriye û Yemen”ê ji Îranê xirabtirin.

Di deverê de jî welatên “Îmaratên Erebî, Qeter û Îsraîl”ê baştirîn kontrol di warê gendeliya malî hebûne û Îmarat di astê cîhanê de di pileya 24ê deye.

Di heyma salên derbasbûyî de, rewşa gendeliya malî di Îranê de gelek xirabtir bûye, bi awayekê ku rejîma Îranê di pêwera gendeliyê de pêka sala 2017an 20 pileyan daketiye û di wê salê de, di pileya 130ê de bûye .

Di wê ronkariyê de welatê “Danmark”ê bi 88 powanan wekî pileya yekemîn û baştirîn welatê ku kêmtirîn gendelî têde hebûye hatye nasîn û welatê “Niyuzîlend, Fêland, Sengapûr û Swed”ê di pileya duyem heta pêncem de bûne û wekî baştirîn welat hatine naskirin.

Pêka helsengandina Saziya Rohnkariya navnetewî, heçî welatek ku ji 100 puwenî kêmtir ji 50 puwenî hebe, yek ji welatên gendel tê hesibandin.