Rejmîa Îranê li warê lezigînbûna hêla înternetê li rêzbenda 143`an ya cîhanî de cih digire ku ev asata herî xwarê ya lezigîniya înternetê ye.
Îsa Zar`ipûr Wezîrê Muxabirata rejîma Îslamîa Îranê diyar ku, di sala nû de dê nirxa înternetê bilind bibe û ev gotinên wî wezîrê rejîmê di halekê dene ku, Îranê li warê lezigîniya înternetê liçav welatên din yên cîhanê, li rêzabenda 143`an yanî li asta herî xarê de cih girtiye.
Pêka raporên hatinî belavkirin, rewaş lezgînî û kalîteya înterneta ADSL û înterneta ligel li Îranê, di heyama du salên derbazbûyî de rewşa herî xeraba xwe derbas dike.
Her di vê peywendiyê de “Avahiya Azadî”ya bi navê (Freedm Hous)ê di rapora xwe ya nû ya derheq sala 2021`an de, azadiya înternetê li cîhanê de îlan kiriye ku, di vê rêzbendê de welatê Îranê kêmtirîn azadiya înternetê heye û heta ji welatên weke Bilarûs,Ozbekistan û Pakistanê jî xerabitre.