Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze firotina alavên dîrokî û kevnar bike bi fermî

12:42 - 11 Gulan 2022

Hejmarek ji binav nûnnerên mecilsa rejîma Îranê, reşnivîsek radestî mecilê kirine û daxwaz kirine ku firotina avalên dîrokî û kevnar bibin bi fermî.

Beşek ji binav nûnerên meclîsa rejîma Îranê reşnivîsek çend madeyî bona firotina alavên dîrokî û kevnar radestî meclisê kirine û eger ev reşnivîs di meclisa rejîmê de bê pejirandin, îdareya Mîrata Çandî dikare pêka vê reşnivîsê bo alavên dîrokî û kevnar nirxê diyar bike.

 Pêka vê reşinvîsa hatî radestkirin ji sedî 70 dahata firotina alavên kevnar bo îdareya Mîrata Çandiy e.

Herwisa pêka xala 3`ê ya vê reşnivîsê her kesek ku di warê şûnwarnasî û dîrokê de Bawerînameya Karnasiya Bilind hebe dikare ji Mîrata Çandî derfetnameya vekolîna şûnwarên dîrokî verbigire.

Karnasên warê şûnwarên dîrokî li ser vê baweriyê ne ku, ev reşnivîs, vekolana cihên dîrokî û qaçaxakirina alavên dîrokî dike bi fermî û pêka vê Îran dê bibe navenda qaçaxkirina bi fermî ya alavên dîrokî.

Herwisa karnasan diyar kirine ku, wiha dê xisarên bê veger li şûnwarên dîrokî bikeve û her kesek ku derfetnameyê ji îdareya Mîrata Çandî verbigre dê dest bi têkdan û jinavbirina şûnwarên dîrokî bike.

Pêka xalek din a vê reşnivîsê, eger alavek dîrokî di heyama heta 3 mehan de nehat firotin, ev dê bibe milkê kesîn ê wî kesî ku peyda kiriye.

Bi wî awayî rejîma Îranê dixwaze tiştên dîrokî ku beşa herî girîng a dîrok û nasnameya xelkê ye û herwisa milkê gîştî yê wan e, bi fermî bifroşe û bike milkê kesîn.