Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze “Hesen Rûhanî” wekî berpirsê hemû pirsgirêkên Îranê bide xuya

12:54 - 11 Şibat 2021

Di rêpîvanên bi hilkefta salvegera 22ê Rêbendanê de, besîcên rejîma Îranê bi slogana “Bimre Rûhanî” dixwazin sebebkarê bingehîn yê hemû reşrojiya xelkê Îranê perdepoş bikin.

Di çend parêzgehên Îranê de, hêzên girêdayê rejîma Îranê di rêpîvanên bi maşîn û motorsîkletan bi hilkefta 22ê Rêbendanê, slogana “Bimre Rûhanî” dane; Di wê şanoya rejîma Îranê de, hêzên rejîma Îranê hewla xeletandin hizra xelkê Îranê û balkêşandin ji “Xamineyî” bo Rûhanî dane û  dixwazin sebebkarê bingehîn yê krîzên siyasî û aborî û karesatên mirovî li Îranê ku rêberê rejîmê ye, perdepoş bikin.

Xelkê Îranê bi piranî hay ji wê siyaseta rejîma Îranê hene û berê jî bi şewitandina wêneyên berpirsên rejîma Îranê, bêzariya xwe ji wê rejîmê dabûne xuya, herwisa bi şewitandina benêrên taybet li 22ê Rêbendana îsal li bajarê “Meşhed”ê, dane xuya ku hay ji şanoyên rejîmê hene.

Hêzên çekdar, meclîs û dezgehên ewlehî yên rejîma Îranê û herwisa nûnerên olî yên “Xamineyî” li parêzgehan, bi awayên cuda bi şanoyên zîrekane bi awayekî êrîşî li ser Serkomarê Îranê “Hesen Rûhanî” dikin û wî wekî sebebkarê hemû pirsgirêk û aloziyên Îranê bidin xuya.

Armanca wan aliyan xeletandina hizra giştî li derheq çavkaniya hemû reşrojiyên Îranê, “Elî Xamineyî” ye.

Herçiqa Hesen Rûhanî yek ji wan karbidestê rejîmê ye û ew jî guh bi fermana Xamineyî ye û dest ji serkut û rojrejî û tepeseriya xelkê Îranê de heye, lê yê sereke Elî Xamineyî ye.