Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji derbpêketiyên kîmiyabarana Serdeştê bi tenê hezar û 500 kes tomar kirine

12:17 - 18 Îlon 2021

Piştî derbasbûna 34 salan ji kîmiyabarana bajarê Serdeştê, bi tenê hezar û 500 kes wekî derbpêketiyên kîmiyabarana Serdeştê hatine tomarkirin.

Bombebarankirina kîmiyayî ya 4 taxên bingehîn ên bajarê Serdeştê li 7ê Pûşpera sala 1366an a Rojî, bû sedema canjidestdana 100an kesan û çendîn hezar kes jî jehrî bûn lê heta niha ti amareke serast ji qurbaniyên wê kîmiyabarnê nehatine belavkirin û hejmara derbpêketiyên jehra kîmiyayî hêj bi tevahî rohn nîne.

Rejîma Îranê amara qurbaniyên Kîmiayabaranê 110 kes û amara jehrîbûna xelkê bi 8 hezar kes daye zanîn lê heta niha zêdetir ji 13 hezar kesî di bajarê Serdeştê de ragihandine ku bi sedema wê bombebarana kîmiyayî jehrî bûne û derb bi tendirustiya wan kevtiye lê rejîma Îranê bi tenê hezar û 500 kes di wî bajarê de wekî derbpêketiyên jehra kîmiyabaranê nas kirine.

Piştî 34 salan Fermandarê Serdeştê daye zanîn ku piştî encamdana 13 qonaxên komîsiyona pizîşkî bi tenê bo hezar û 500 kesan dosyeya derbpêketiyên kîmiyabaranê hatiye çêkirin û li nav listê “Bonyad Şehîd û karûbarên Îsargeran”, hatine nivîsandin.