
Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, di çend gundên girêdayî bajarê Şinoyê, Spaha Pasdaran bi maşînên barhilgir xwarinê bo xelkê hejar dibin û li hember de jî, bacê ji wan dixwazin.
Spaha Pasdaran li hemberî xwarina ku ji bo xelkê gundên “Kîselawê û Sîngan”ê re birine, formên endambûna li saziya besîcan radestî wan kirine û ji wan daxwaz kirine ku wan forman binivîsin û wajo bikin.
Tevî dewlemendbûna Kurdistanê di warên çavkaniyên sirûştî de, rejîm bi şêwazek sîstematîk, xelkê deverên Rojhilatê Kurdistanê di hejariyê de radigire ku gav bi gav wan bike endamê saziya besîc û alîgirê xwe û wan bike bisîxor li ser jiyana xelkê.