
Ofîsa Serkomarê rejîma Îranê ji Saziya Deng û Reng a Îranê dixwaze ku danûsitandinên hundirê dewletê belav neke.
Roja Çarşemî, 17`ê Hezîranê, Cihgirê Pêwendî û Ragihandin a Ofîsa Serkomarê rejîma Îranê, “Elîriza Mo`izzî” di nameyê de ji Berpirsê Saziya “Sêda û Sîma” (Deng û Reng)ê Îranê, “Elî Eskerî”, xwestiye ku bi hegera nehênî û ewlehbûna mijaran li cîvînên dewlet, sitad û şêwreya bilind de, bi tenê parek ji wan danûsitandinên hundirê cîvînan belav bike ku ew jî berpirsên wan civînan dibe erê bikin.
Herwisa di wê nameyê de îşare bi wê yekê hatiye kirinê, ku dibe ew sazî, berî her belavkirineke zindî li ser cîvînên dewletê, sitad û şêwreya bilind, îzin û derfetê ji Ofîsa Serkomarê Îranê werbigire.
Rejîma Îranê, di civaka navnetewî de rewatiya xwe ji dest daye û her hewlekê dide bi awayê derdan –derdane û dixwaze wê iflasa xwe ya siyasî û aborî, ji civaka navxeyî weşêre, lewma rejîm dixwaze bi sansorkirin û pêşîgirtin ji derketina wan rastiyan ku di civînên rejîmê de têne berbas, bikare rewatiyekê demkî bo xwe di hundirê Îranê de peyda bike.