Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji tirsa hebûna pêşmergê Kurdistanê, dest bi kiryarên dijî mirovî dide

13:16 - 17 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Ev 40 salin rejîma Îranê desthilata tepeseya xwe li ser Kurdistanê sepandiye, û pêşmerge wekî tehlûkeyekê li dijî vê desthilata nehs û biyoma xwe dizane.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkê  xwedî terş yên deverên derdora bajarê Urmiyê, ku mafê van bixweye, da ku li ser erdê bav û kalên xwe terşên xwe xwedî bikin, lê, bi sedema givaşên neyasayî yên rejîmê, xwedî terş dibe bo vergirtina mohletê , serdana navendên hikûmetî yên rejîmê yên wekî, Spaha Pasdaran, hêza înitzamî, fermandarî û cengelbaniyê bikin.

Van navendan ji xelkê re ragihandine ku, bi şert û mercekê mohletê ji xwedî terşan re didin ku, bo her pezekê ku xwedî dikin, dibe 10 hezar Tûmenî ji rejîmê re bidin, û piştre jî hekî hêza pêşmerge yan her core hereketeke siyasî û çekdarî li dijî rejîmê bibînin, dibe van navendan agehdar bikin û nûçeyên di vê derheqdê de ji Spaha Pasdarana terorîst û îtila`ata rejîmê re rabigihînin.

Her di vê derheqê de,nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, li bajarê Şinoyê jî ragihandiye ku: Li bajarên wekî Şino û Neqede jî, Spaha Pasdaran a terorîst û îtila`ata rejîmê, jinên bê exlaq, bi kincên  sor û spî û neyasayî xemlandine û di nav gund û baxên bajarên wekî Şino û Neqede  bereday kirine da ku, rê û cihên bêhnivedana pêşmergeyên Kurdistanê bidin eşkere kirin.

Herwisa nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê yekê jî kiriye ku: Di nav van jinan de, hejmareke hevjînên kirêgirtiyên rejîmê jî hatine dîtin ku wekî, hevjînên xwe  di nav pîlanên dijî mirovî û gemar yên rejîmê de, çeqîne.