Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji tirsa weşanên “TISHK TV”yê ve parazêtan li ser weşanên wê kanalê daniye

12:49 - 15 Tebax 2020

Rejîma Îranê ji tirsa dengê azadixawziya gelê Kurd di weşanên “TISHK TV”yê de li deverên Kurdistanê bi taybet di devera “Seqiz”ê de parazêt xistiye li ser weşanên wê kanalê.

Çendîn roj e ku rejîma Îranê bona rêgirîkirin ji belavbûna dengê azadîxawziya Kurd li ser weşanên “TISHK TV”yê, li deverên Kurdistanê bi taybet li bajarê “Seqiz”ê, parazêt xistiye li ser wê TVyê û bi taybet di dema hevpeyvîna Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hîcrî” digel wê kanalê, bi tewawî parazêtên bihêz xistine ser.

Rejîma Îranê ji berê ve, ew kiryarên wiha hebûne û heya ji dema belavbûna “Radyo dengê Kurdistana Îranê” jî parazêt dixiste li ser frikansên wê radyoyê.

Rejîma Îranê bi rêya xistina parazêtan li ser frikansên weşandina Radyo û Televizyonê, hewlên micid bona fetisandina dengê azadîxwaziya gelê Kurd dide û bi taybet di weşanên taybet yên TISHK TV de, parazêtên bihêz bona têkdana dîtin a bernameyên wê kanala Kurdistanê di deverên Kurdistanê de, parazêtan belav dike da ku xelk nekarin deng û rengê xwe di wê kanalê de bi zelalî bibînin.