
Rejîma Îranê 4 hezar besîcî di bin navê çavedêr de, bona kontrolkirina bazarê bikar tîne ku pêka ragihandina rejîmê bona çavedêrî li ser bazarê û parastina yasayên tenduristiyê hatine erkdarkirin lê xuyaye ku ji tirsa serhildana xelkê wekî çavedêrî danane heya ku zêrevaniyê bi ser xekê de bikin û di egera nerizayetiyande bikarin xelkê tepeser bikin.
Roja Pêncşemî, 29ê Çirriya Pêşîn, berpirsê “Lêkolîn û Çavedêrî “ ya “Oda Bazirganiya Sendîkayên Îranê, “Bêhnam Nîkmeniş” ragihand: “Bi sedema kêmbûna hêzên çavedêrî di nava bajaran de, bona çavedêriya bi ser sendîka û saziyên “Pîşeyî, û Ticaret”ê li rewşa niha me hewcehî bi kesên zêdetir hene, lewma pêşniyar hatiye kirin ku bona çavedêriyê ji hêzên besîc alîkariyê verbigrin”.
Gotinên wî berpirsê rejîmê di demekê deye ku salvegera xwenîşandanên meha Xezelwer a sala 1398an nêz dibe û rejîma Îranê bi hêcetên cor be cor, parêzgeh û bajaran milîtarîze dike û hêzên xwe yên serkutker li bazar û cihên gîştî, cihgîr dike û xuyaye ku ji tirsa serhildaneke din ya nerîzayetiyê di Îranê de, ji her hêcetekî bona tundtirkirina rewşa ewlehî mifahê verdigre.