Serokê Pêşîgirtin ji Xisaran (Pedafendê Xêyrê Amêl) ê rejîma Îranê îdia dike ku ew jikarkevtina sîstemên dabeşkirina şewatê di Îranê de, li roja Sêşemî 4 Xezelwerê, karê welatên biyanî wekî Amerîka, Îsraîl û welateke din bûye.
Di roja derbasbûyî de “Xulamriza Celalî” Serokê “Pêşîgirtin ji Xisaran” di civîneke televizyonî de îdia kir: “Jikarkevtina sîstema dabeşkirina şewatê di Îranê de pêka lipeyketinên Îranê, êrîşa saybêrî bûye û karê welatên biyanî wekî “Amerîka, Îsraîl û welatek dinê bûye” lê navbirî navê wî welatê dinê jî eşkere nekirye.
Ragihandinên ser bi rejîma Îranê li roja Sêşemî 4ê Xezelwerê ew jikarkevtine bi pirisgirêkeke asayî di nava sîstema zîrek a şewata Îranê de dane zanîn.
Ew êrîşa saybêrî bertek û gotinên cuda li pey xwe ve anîn û Wezîre Rejîma Îranê “Ehmed Wehîdî”di vê derheqê de gotiye: “Dujmin bo meha Xezelwerê bername dariştiye.”
Herwisa Berdevkê komîsyon Ewlehiya netewî yê Mecilsa Rejîma Îranê jî gotiye: “Me pêşbîniya vê yekê kiribû ku di meha Xezelwerê de ew êrîş bê kirin.”
Herwisa beşek ji xelkê gotine ku ew êrîş bo vebîranîna nerizayetiya meha Xezerlwera sala 1398an bûye. ew nerizayetî ya li sala 1357an, mezintirîn û xwînavîtirîn xwenîşandana nerizayetî bû ku zêdetir ji 1500 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Di vê êrîşê de sîstemên 4 hezar û 300 benzînxaneyan ji kar kevtin û heta niha bi tenê 2 hezar û 200 benzînxane çêbûne û di piraniya wan benzînxaneyan de benzînê bi nirxa 3 heza Tumenî tê firotin.