
Di demekê de ku xelkê Xoyê di xirabtirîn rewş de dijîn, girûpên bi nav hawarçûn ên rejîma Îranê ew kelûpelên ku birayr bû bo gundê “Biruşxwar” a girêdayê bajarê Selmasê bibin, li gundeke nêzî Tirkiyê firotine.
Ew girûpa hawarçûn a rejîma Îranê di dema zivirîn de ji wan kelûpelên ku nehatine firotin digel xwe anîne û dema ku xelkê daxwaza wan kelûpelan kirine ji wan re nedane.
Ew kiryara wê girûpa bi nav hawarçûn a rejîma Îranê digel dijekiryara tûnd a xelkê rûbirû bûye û di encamê de şer û pevçûn dinavbera wan û xelkê sivîl de çê bûye.
Di pevçûnê de endaemekî wê girûpa rejîmê bo nexweşxana bajarê Urmiyê hatiye veguhastin ku piştre canê xwe ji dest daye.
Rejîma Îranê ji tirsa wê ku ew karê dizîw eşkere nebe bas li ti tiştekê nekirî ye.
Hewla wê girûpê di demekê de bûye ku rejîma Îranê alîkariya xelkê nedaye.