
Tevî kêmbûna “KÎT”ên nasîna vîrûsa Koronayê ji bo pizîşkan di Îranê de canê hevwelatiyan û pizîşkan ketiyê metirsiyê, di ser vê halê de jî, rejîma Îranê wan “KÎT”an ji bo dewleta “Venezuela”yê dişîne.
Roja 9`ê Hezîranê, balafireke rejîma Îranê ku hilgirê “KÎT”ên nasîna Korona û îmkanatên pizîşkî bû giha “Venezuela”yê.
Wezîrê Bernamedarêtina dewleta “Venezuela”yê, vergirtina “KÎT”ên nasîna Koronayê û îmkanatên pizîşkî ji Îranê pejirand.
Eve jî di halekê de ye ku, bi sedema nebûna îmkanatên hewce ji bo nexweşxanan û pizîşkan, rojane hejmarek xelkê Îranê bi sedema nebûna wan îmkanatan tûşê Koronayê dibin û canê xwe ji dest didin.
Rejîma Îranê hertimî hewil daye ku xelkê xwe tepeser bike û wan bi awayekî nemirovane û li ber çavê civatgeha cîhanî wan serkut bike.