
Kesên girêdayê rejîmê li bajarê Sinê, bi lidarxistina çend kombûnan û beşdarîkirina moreyên rejîmê yên binav kesên cihê baweriya xelkê bajarê Sinê, hewla bandorxistin li ser biryara xelkê bo beşdarî di hilbijartinan de didin.
Kombûna 2ê ya binav kesên cihê bawera xelkê û binav hilbijartiyê şêwraya bajarê Sinê, bi beşdariya 80 kesî û 20 berbijêrî bi armanca xeletandina xelkê wî bajarî û bi xelkînîşandana berbijêran li mêwanxaneya “Cehangerdî” ya bajarê Sinê bi rê ve çû.
Çavkaniyekê li wê derheqê de bi malpera “Kurdistanmedia”ê ragihandiye, ew kesên ku wekî cihê hitbar û cihê baweriya xelkê li wê kombûnê de beşdarî kirine, ti nav û nasîneke wan li cem xelkê wî bajarî tinînin û ewa xeletandina xelkê ye.
Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku bi sedema wê yekê ku hejmara kesên ku dixwazin li binav hilbijartinê de beşdariyê bikin kêm in û rejîm dixwaze bi wê pîlanê xelkê razî bike ku ew kesane cihê baweriya xelkê ne û bi wî awayî xelkê bo ser sindoqên dengdanê rabikêşe.
Herwisa wê çavkaniyê îşare kiriye ku her kesek dizane, kê li pişt wan kiryaran de ye û xelkê hay ji destê pişt serê wê pîlanê hene.