Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li devera Merîwanê bi navê kompaniya mêjûlê kirîn û firotina madeyên hişber e

16:12 - 21 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Heyameke li devera Merîwanê hejmarek kompanya ji aliyê îdareya Îtilata rejîma îslamiya Îranê ve hatiye avakirin ku mêjûlê kirîn û firotina madeyên hişber e.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, derdora gundê “Nê”a ser bi Merîwanê hejmarek fabrîk hatine damezrandin ku îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê serperestiya wan dike.
A niha hejmarek Ciwanên gundê Nê û derdora wî bi hinceta kar kirin çûne wan fabrîkane û tirsa evê heye ku ev Ciwanane tûşî madeyên hişber bibin.
Her di vê pêwendiyê de rejîma Îranê siyaseta daxistina kompanyayên derobera bajarê Merîwanê girtiye pêş, ji ber vê ku xelk biçine fabrîkên ku xwe çêkirine û serperestiya wan dikin.
Bi gotina çavkaniyeka hayîdar, ew karê rejîm tirsekî mezine bo ser akinciyê gundê Nê û derdora Nê û li ser vê bawerê bû ku hevceye Ciwanên deverê bi hayîdariyekî tewaw helsukevt li gel wan fabrîkane bikin û nekvine telka rejîma Îranê.