
Rejîma Îranê li rêzbendiya azadî ya medyayî, di pileya 173`an de ye.
Saziya Rêporterên Bê Sînor, li rêzbendiyeke nû a azadiya medyayan de, di nav 180 welatên cîhanê de, rejîma Îranê di pileya 173`an de ye.
Nîşandeka azadiya medyayan li cîhanê navê raporeke salaneye ku, ji aliyê Saziya Rêporteron Bê Sînor ve tê berhevanîn û nûtirîn xişteya wê raporê di roja Sêşemî, 21`ê Nîsan a 2020 de, belav bûye.
Di wê raporê de, Norwêj azadtirîn û ewlehtirin welat bo medyakaran hatiye nasandin û Fenland û Danmark di pileya 2`em û 3`emê de ne. Amerîka li pileya 44`an û Îsraîl li pileya 88`an de ye.
Saziya Rêporterên Bê Sînor di rapora xwe de li ser rejîma Îranê, ew bi yeyek ji serkutkertirîn welat di 4 dehikên derbasbûyî de binav kiriye û daye xuya ku di wan 4 dehikan de, 860 rojnamevan û hevwelatiyên ku karên medyayî kirine, hatine binçavkirin an jî îdam kirine.
Saziya Rêporterên Bê Sînor bas ji wan salên dawiyê dike ku rejîma Îranê givaşên xwe li ser ragihandinan û rojnamevanan bo derveyî sînorê Îranê berfireh kiriye û medyayên navnetewî jî kirine armancên xwe.
3 welatên hevalbend ên Îranê, li pileyên piştî Îranê de ne, Sûriye li pileya 174, Çîn li pileya 177 û Koreya Bakur jî di pileya 180`an de ye.