Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê lihevkirina Bercamê bo xwe destkevtekî gelek mezin dizane

12:58 - 21 Nîsan 2021

Berdevkê dewleta Îranê dibêje bercam hinde destkevtekî mezine ku bo hindê dibe em hemî şanaziyê pêve bikin.

Roja Sêşembiyê Elî Rebî`eî berdevkê dewlata Îranê di konfiransekî rojnamevanî de ragihand: ev daniûstandina ku niha tête encam danê daku em bikarin Bercamê vegerînine ser rewşa 2015an, pêngav bi pêngav bi agehdariya berpirsan diçe pêş û siyaseta bingehîne me jî di danûstandina Viyen ê de, li ser bingeha hizr û raya Elî Xaminieyî ye.

Rebî`eî li wê derheqê de kevte berewanî kirina ji karê dewleta Ruhanî û got em heçî karekê dikin bi armanca bandor danîn li ser hilbijartinê nîne.

Navbirî got: Bercam hinde deskevtekî mezine ku hewceye çendîn Kitêb li ser bêne nivîsandin û bibe wana qutabxanan.

Rebî`eî bi armanca bersiv dan bi wan aliyên ku neyarê bercamê ne got: Berca bû sedemê bihêz bûna bawera netewî.

Hemî cehda navbirî ew bû ku cehdê bike û bêje Dewleta Ruhanî serkevtî bûye.

Lê basê hindê nekir ku çima li jêr sîber û siyaseta şaş û bê kifayetane ye wan de, xelk bêkar bû, nan destnakeve, giranî çend sed caran bilind bû, welat vêran bû, leşkerê birsiyan bûye dehan milyon kes, û negt kanê çi destkevtek bo xweşî û jiyan û tenahiya xelkê bi dest ve anîne?