Ajansa navnetewî ya Vizeya Navkî ragihandiye ku di wan 3 mehên derbasbûyî de, Îranê paşkevta Uraniyonma meyandî ya bi tîratiya %60 du beranber zêdetir kiriye.
Ajansa navnetewî ya Vizeya Navkî daye zanîn ku rejîma Îranê paşkevta Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 du benaber zêdetir kiriye û niha zêdetir li 32 kîlo ye û rojnameya “Wall Street Journal” ragihandiye ku eger ew qas paşkevt heta %90 bê meyandin dikarin bombek navkî jî wê Uraniyomê berhem bînin.
Herwisa Ajansa navnetewî ya Vizeya Navkî ragihandiye ku bi sedema sînordarkirîna çavedêriya wê Ajansê ji aliyê Îranê ve îmkana berevirdkirina serast a qasa paşkevta Uraniyomê tinîne.
Herwisa wê ajansê ragihandiye ku gelempera Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %3.7 a Îranê zêdetir li 3 hezar û 197 kîlo ye ku ew qas paşkevt 15 beranberî qasa rêpêdayî bo paşkevtkirina Uraniyomê bi tîratiya kêm li Îranê ye.
Rejîma Îranê tevî hemû givaş û astengiyan bi berdewamî hewla berhemanîna çeka navkî daye û bi ti awayek amade nîne dest ji wê bernameya xwe berde.