Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ragihand ku çend kes ji dîplomatên Ewropayî bi hegera sîxuriyê di Îranê de girtine

12:55 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2022

Nûçegihaniyên rejîma Îranê ji zimanê Îtla`ata Sipaha terorîst ve ragihandine ku, çend kes ji welatî û dîplomatên Ewropayî di dema sîxurîkirinê de şopandine û ew destbiser kirin e.

Roja 6ê Temûzê Îtla`ata Sipaha terorîsta rejîma Îranê eşkere kir ku, çend kesên Ewropayî bi sedema sîxurîkirinê li Îranê de girtine ku yêk ji wan cêgirê Balyozê Birîtaniya yê li Tehranê ye ku piştî girtinê û daxwaza lêborînê, ji Îranê hatiye derixistin.

Wezareta Derve ya Birîtaniya di yekemîn berteka xwe li vê derheqê de ragihand : Sûçdar kirina wî dîplomatê Birîtaniyayê bi sîxuriyê, di koka xwe de dereve.

Gorî medyayên rejîma Îranê, kesê 2 yê ku bi sûça sîxurîkirinê hatiye girtin, hevjîna berpirsê peywendiya çandî ya Otrîşê bûye ku ev jî di dema dizîna zaniyariyan de hatiye girtin.

Îtla`ata Sipaha terorîst îdi`a kiriye ku ev dîplomatên han ku mijûlî sîxurîkirinê bûn û nimûne hilgirtin ji Axa Îranê bûn, hatine naskirin û girtin, ev çobûn nimûne hilgirtin ji axa cihê qedexe kiriyê ya Îranê hildigrin û piştî vê ku pê Dronê hatine dîtin, ji aliyê hêzên Sipahê ve hatine binçavkirin.

Ew îdi`aya Sipahê, hevşêweya sinaryoya direvîne Gando ye ku têda jineke kardar li balyozxana Birîtaniyayê li Îranê serdana Rojhilatê Kurdistanê dikirin  û di vê fîlma direvîn de, wan biyaniyan di dema nimûne hilgirtin ji axê, ji aliyê Wezareta Îtla`atê ve hatine girtin.

Ew tîma pile bilind ji Wezareta Îtla`ata rejîmê li fîlma direvîn a “Gando” yê de, piştî girtina wan biyanyan, dema zivrînê de, dikevn kemîna çend çekdarên Kurd û tên kuştin.