Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ti giringiyekê bi rêyên veguhastin ên li Rojhilatê Kurdistanê nade

16:09 - 25 Çirriya pêşîn 2021

Pêka nûçeya gihîşti bi malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî derbasbûna çendîn salan ji çêkirina rêyên veguhastinê li navbera bajarên “Bokan bo Miyanduavê û Bokan bo Seqizê” ew rêyane hêj bi niveyî jî nehatiye çêkirin.

Ew rêya, parêzgehên rojava û bakûrê rojava ya Rojhilatê Kurdistanê bi parêzgehên Başûr ên Îranê ve girê dide.

Ew rêya tevî vê yekê ku çend parêzgehên navxweyî bi hev re girê dide, cadeyeke tarnzîtî ye û rojane hatûçûyeke zêde têde  heye.

Welatiyan gotine: “ Bi tenê di dema hilbijartinan de çend rojan kar li ser wê rêyê hatiye kirin û piştre bi cih hîştine.

Bi sedema hatûçûya zêde di wê rêyê de, her rojê welatî tûşî bûyerên trafîkê dibin û xisarên canî û malî lêdikevin.

Heyamek berî niha, bi sedema bûyerên zêde ên trafîkê, welatiyan bo nîşandana nerizayetiya xwe li ser xemsariya berpirsan, ev rê dayxistibûn.

Rêyên Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke xirab de ne û rejîma Îranê ti hewlekê bo çêkirina wan nade.