Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamî ya Îranî pêşî ji birêveçûna merasima nimêja cejna Remezanê ya Sonî meseban girt

17:39 - 5 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehiyê ên rejîma Îranê, li Tehranê pêşî ji birêveçûna nimêja cena Remezanê, ya Sonî meseban di wî bajarî de giritin.

Roja Çarşemî 5`ê Hezîrana 2019`an, nûnerê Tehranê li mecilsa şêvra Îslamî ya Îranê, Mehmûd Sadiqî, li ser rûpela “twitter”a xwe nivîsiye ku: Hêzên ewlehiyê yên rejîmê pêşî ji birêveçûna merasma nimêja cejna Remezanê ya Sonî meseban li Yaftabadê girtine û em ji her berprisekî re di vê derheqê de pêwendî digirin, yan bersiva telefonên xwe nadin û yan jî xwe li hemberî vê ne îdaletiyê de berpirisyar nabînin.

Pêşîgirtina hêzên ewlhiyê yên rejîma Îranê, ji birêveçûna merasima nimêja cejna Remezanê ya Sonî meseban li Yaftabada Tehranê, di demekê ye ku, Şî`e meseban li Tehranê û tev bajarên Îranê merasma nimêja cejna Remezanê, birêvebirine, û îbadetên xwe bi cih anîne.

Herwisa Mihemedcewad Heqşinas endamê Şêvra bajarê Tehranê di Nîsana 1397`an de li ser rûpela “twitter”a xwe nivîsîbû ku: Li Tehranê zêdey 3 hezar mizgevtên Şî`e meseban hene, lê, welatiyên Sonî meseb tu cihek bo birêvebirina merasmên ayînî yên xwe tunîn û baştire ku vê hejmara mizgevtan bi ser herdu aliyan de par vekirin da ku tu neîdaletiyek di vê navberê de nemîne.

Ev kiriyara hêzên ewlehiyê ên rejîmê di demekê de ye ku, serkomarê rejîmê di civîna giştî ya mislimanên cîhanê ku li Tehranê hate lidar xistin, mislmanên Sonî meseb û Şî`e meseb wekî birayên yektir bi nav kir, lê, ev axavtinên Hesen Rohanî tev çewtekarîbûn.

Herwisa wezareta Karê Derve ya Amerîkayê , çendîn caran  derheq binpêkirina mafê netewe û mesebên kêm li Îranê, hişdarî daye, herçend ku rêberên rejîma Îslamî ya Îranê bixwe mislimanin lê, milyona sonî mesebên wî welatî, derheq birêvebirina rêûresmên ayînî yên xwe sînordar dike.