
Kurdistanmedia: Di doma milîtarîzekirina gund û bajarên Kurdistanê, ji aliyê rejîma Îranê ve, niha “Girdî Şerge” ku nêzîkî gundê “Hesenûran”ê ye, û berê binkeya leşkerî ya rejîmê bûye, ji aliyê çekdarên Spaha Pasdaran ya rejîmê ve hatiye dorpêçkirin.
Fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” radigehîne ku: Li gorî van zanyariyên ku niha gihîştine destê “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, gundê “Hesenuran” ji aliyê Spaha Pasdaranê ve hatiye dorpêçkirin, û hêzeke zêde ya rejîmê jî, ji bo deverên din yên Kurdistanê şandine, û gundên weke “Xanler”, “Sevce”, û “Gundewêle” hatine dorpêçkirin, û ev gundane li ser riya di navbera bajarên “Şino” bo “Nexede” hilketine.
Spaha Pasdaran ya rejîmê bi armanca pêşîgiritin ji hatin û çûna xelkê, û herwiha “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, di navbera gundên “Xanler” û “Gundewêle” de, xalên lêgerînê daniye, û beşeke zêde ji endamên “Gurdana Hezretê Resûl” ku, gurdaneke zerbetiye, ji aliyê rejîmê ve, li Qendîlê bo deşta “Lacanê” hatine veguhastine.
“Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê”