Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Sûrî bi Balafir û Tankan Êrîşa Humsê Dike

17:20 - 30 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Çalakvanên Sûrî dibêjin, balafirên şer yên Sûrî roja Şemîyê taxên li jêr destê opozisyonê li bajarê Humsê bombebaran kirin, wekî beşek ji kempeyna artêşê ku şervanên opozisyonê ji wî bajarî derxînin.
Dengê Amrîkayê bilavkir, Artêşa Beşar Esed di çend heftîyên vê dawîyê dest bi êrîşên mezin kirine û hin deverên ku ji sala bihurî de ketibûn bin destê opozisyonê vegerandine.
Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan, ku bingeha wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku êrîşên esmanî li du deverên navenda bajarê Humsê xistine. Çavdêrîyê herwiha ragihand ku artêşê bombeyên hawin avêtine nav taxên wê deverê.

Çalakvanekî ji taxa Xalidîyê got ku tankên rejîmê jî di bombebarankirinê de beşdar bûn.