Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Sûriyê carek din çeka kîmyayî bi dijî hevwelatiyên sivîl bikar anî

22:14 - 25 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Rejîma Beşar Esed bi dijî xelkên Sûriyê çeka kîmyayî bikar anî û şer û pevçûn di vî welatî de dom dike.
Malpera Alarebiya bilavkir, rejîma han li deverên “Zamilka û Buyître” li Dîmeşqê çeka kîmyayî bi dijî hevwelatiyên sivîl bikar aniye.
Her divê pêwendiyê de çekdarên Hizbulaha Lubnanê û rejîma sûriyê li hewla evê de ne ku deverên jêr konterola Arteşa Azad ji “Zimaka”yê bigirine dest.
Çavkaniyê eva jî baskir, tekuşîna çekdarên Hizbulah û rejîma Beşar Esed çendîn caran li gel şîkesê berbirû bûye.
Ji aliyê din ve Arteşa Azad kariye çendîn bingeh û bargehên Hizbulahê bi dest dixe.
Li bajarên Heseke, Heleb û Herîtan şer û pevçûn di navbera Arteşa Azad û rejîma Sûriyê dom dike.