Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Sûriyê teqînên wî welatî bi girtiyan encam dide

20:43 - 19 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Çend fermandeyên berê ên rejîma Sûriyê îtiraf dikin ku teqînên di bajarên Sûriyê de dihên encamdayîn, karê rejîma Esed in û bixwe jî çendîn car şahidê wî karî bûne.
Çend fermandeyên rjîma Sûriyê ku li Erteşa wî welat veqetiyane bas ji desthebûna rejîmê di teqînên wî welatî de dikin û dibêjin ku amade ne li ber çavê çavdêrên navdewletî wê yekê îtiraf bikin.

Rojnameya Gardiyen a çapa Birîtanyayê nivîsandiye ku fermandeyek ku navê xwe aşkere nekiriye, bi wê rojnameyên ragihandiye ku çend rojan berî teqîna heftiya bihorî a Şamê fermandeyên mezin nediyar in û kamêrayên çavdêriyê hatine komkirin û belgenameyên girîng hatine veguheztin.
Fermandeyên han ku nobedarê girtîgeha Navendî a dezgehê nûçegihaniya Sûriyê bûye, dibêje di dema teqînê de tenê fermandeyên Sunnî û nobedar û hejmarek girtî hiştibûn.
Efserek din yê rejîma Sûriyê dibêje li kempek serbazî a Sûriyê de hêzên Beşar Esed turumbêlek birr ji teqemenî kirine û piştre çend girtî siwar krine û birine nav bajar û teqndine.
Îro berwar 19’ê Guilana 2012’an jî, teqînek li bajaê Dêrezûrê çêbû û di encam de 7 kuştî û 100 birîndar jê bicih man.

Ew nûçe û teqînane ku bi îtirafa fermandeyên rejîma Sûriyê destê rejîmê tê de ye, di halekê de ye ku heftiya derbasbûyî Ban Kî Mon Sekreterê “NY” di got û bêjekê de got, saziya terorîstî a Elqaîde dest di teqînên Sûriyê de heye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê