
Kurdistanmedia: Li gorî zanyariyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, Spaha Pasdaran di topbaran Herêma Kurdistanê de, gulletopên fosforî bi kar tîne.
“Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” daye zanîn ku, Spaha Pasdaran, serbarê hemû kiryarên terorîstî û dijîmirovî yên xwe, li şerê Kurdistanê tawana şer dafirîne, û ji gulleyên fosforî di topbaran Kurdistanê de mifahê werdigirtiye.
Di topbarana deverên Kurdistanê ya roja Sêşemiyê 26`ê Pûşperê de, Spaha Pasdaran gulleyên topê yên Fosforî bi kar aniye, ku ev jî bûye sebeba şevitandina jîngehê û hem jî bû sedema şehîdbûna du pêşmergeyên Kurdistanê.
“Fermadariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” ragehandiye ku, şerê Spaha Pasdaran a li dijî Kurdistanê, şerekî dijîmirovî ye, ku hemû nirxên mirovî û yên cîhanî binpê dike, û herwisa naveroka terorîstî û dijîmirovî ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê zêdetir ji hemû demî diselmîne.