Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê bi sedema şahî û dîlanê gef li keçên beskitbalîst ên parêzgeha Sineyê xwariye

13:52 - 27 Nîsan 2022

Piştî belavbûna girte vîdiyoyek a govend û şahiya keçên beskitbalîst ên tîma “Şeyda” ya parêzgeha Sinê ku li kêbirkêyan de serkevtî bi dest xistibûn, ji aliyê berpirsên pêwendîdar ên rejîmê ve gef ji wan hatiye xwarin û gef xwarine ku wê girte vîdiyoyê li ser torên civakî reş bikin.

Hin kesên Parastina parêzgariya Sinê û îdareya Giştî ya Werzişa wê parêzgehê, pêwendî bi wan keçên werzişvan re girtine û gef ji wan xwarine ku vê girte vîdiyoyê li ser torên civakî reş bikin.

Wan keçên werzîşvan ên xweragir, guh nedane gotin û gefxwarinên berpirsên rejîmê û bersiva wan nedane.