
Berpirsên rejîmê li bajarê Baneyê bi sedemek nexuya, hejmarek li hêzên leşkerî û întizamiyên xwe di cihên giştî û li ser şeqaman cihgîr kirine.
Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, li roja Sêşemî 1ê “Adar”ê berpirsên rejîmê bi cihgîrkirina hejmarek li hêzên leşkerî û întizamî, rewşek ewlehî bi ser wî bajarî sepandine.
Çavkaniyek agehdar di wê derheqê de ragihand: “Hêzên leşkerî û întizamî li “meydana 15ê Xurdad, meydana Cehad û meydana Mirwetî” cihgîr bûne û ew jî bûye sedema tirsîna xelkê.
Wê çavkaniya agehdar, sedema cihgîrkirina wan hêzan bi nêzîkbûna “kulek Çarşemî”, newroz û kombûna xelkê di wê rêûresmê de girê daye.