Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkkevtinnameya nîzamî di navbera Îran û Îraqê de tê wajokirin

14:58 - 6 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Îran û Îraq li ser daxwaza berê a rejîma Îranê rêkkevtinnameyek nîzamî wajo dikin ku alîkariyên navikî ên wan du welatan beşek ji wê rêkkevtinnameyê dibe.


Rojanmeya Siyaset a Kuwêtî eşkere kir, bi armanca wajokirina wê rêkevtinnameya serbazî, di heyamê du hevtiyên pêşde heyetek nîzamî a rejîma Îranê seredana Bexdayê dike.
Li gor nûçeyê rojnameya Siyaset a Kuwêtî, armanca seredana heyeta nîzamî a rejîma Îranê rêkkeftinnameyek nîzamî li gel karbidestên Îraqê û wergirtina zanyarî di warê şiyanên nîzamî ên hikûmeta Bexdayê de ye.
Di vê pêwendiyên şirovekarê nîzmaî yê Kuwêtî “Jeneral Casim Husên” ragihandiye: Berê jî rejîma Îranê pêşniyaza girêbestek nîzamî arastey karbidestên dewleta Îraqê kiribû, lê di wan rojane de rejîma Îranê hewlên xwe xurttir kirine ji bo wajokirina wê rêkkevtinnameyê.
Her li gor wê çavkaniyê, hikûmeta Bexadyê xwazyarê alîkariyên navikî li gel rejîma Îranê bûye û di wê pêwendiyê de hewla nûjenkirina binkeya navikî a Îraqê ku di serdemê rejîma Beis a hikloşayî de ji aliyê dewleta Îsraîlê ve hatibû jinavbirin bide.

Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê