Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxistana Giştî a Hizba Demokrat civîneke teşkîlatî lidar xist

18:21 - 2 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rêkxistina Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li derveyê welat, civîneke teşkîlatî bo tev komîteyên Hizba Demokrat lidar xistin.

Rikxistina Giştî a PDKÎ li derveyê welat, li rêketa 9 û 10`ê Xermanana 1398`an, civîneke berfireh bo berpirsên komîteyên derveyê welat li bajarê Birlîn a paytexta Almaniya bi rê ve bir.

Civîn bi amadebûna “Dara Natiq” cihgirê berpirsê Dezgeha Giştî a Rêkxistina PDKÎ, “Kawe Ebdalî” berpirsê Rêkxistina Giştî a PDKÎ li derveyê welat, berpirs û cihgirên navenda Rêkxistin û berpirsên komîteyên derveyê welat, hate lidarxistin.

Di destpêka karê civînê de, “Tahîr Mehmûdî” berpirsê Dezgeha Rêkxistina Giştî a Partiya Demokrat a kuredistana Îranê, ji rêya Watisapê ve li ser girîngiya karê Rêkxistin û nemaze Rêkxistinên derveyê welat û karê civîna welatê Almaniya, Rasana Rojhilat û piştevaniya hemû aliyên wekî tex û qatên cuda ên hemû xelkê Kurdistan di Hizba Demokrat de, rewşa siyasî a dever û cîhan û nemaze aloziyên di navbera Îran û Rojava de, axiv î.

Piştre “Kawe Ebdalî” berpirsê Rêkxistina Giştî a PDKÎ li derveyê welat, bernama karê civînê ragihand û hewcehiya girîng a wê civînê bo amadebûna rûn kir.

Di pareke din a wê civînê de, “Dara Natiq” Cihgirê Berpirsê Dezgeha Rêkxistina Giştî a Hizba Demokrat axiv î.

“Dara Natiq” di axavtinên xwe de îşare bi kongereya 16`e, saxtara nû a PDKÎ û rêkar û mîkanîzman kir ku, di niha de PDKÎ kar pê dik e.

Di parek din a karê civînê de, berpirsên navendên Rêkxistin û cihgirên wan axavtinên xwe pêşkêş kirin.

Di wê civînê de, berpirsên komîteyên derveyê welat bi awayekî azad û vekirî beşdariya hemû gotûbêjên xwe kirin, û rexne, pêşniyar û têbêniyên xwe rû li berpirsên Rêkxistên, li navxwe û derveyê Kurdistanê anîne ber bas.

Herwisa, bi boneya birêveçûna serkevtiyane ya rêûresma bîr û yada 30 saliya şehîd “Dr. Qasimlo û Ebdulah Qadirî Azer” li Birokselê, ku bi “Rasana Tarawge” hatibû naskirin, û komîteya Biljîk roleke girîn list, ji aliyê Rêkxistina Giştî a derveyê welat lewha rêzlênanê bi wê komîteyê bexşîn.