Di daxuyaniya Rêkxistina Lêbihorîna Navnetewî û damezraweya “Ebdulrehman Burûmend” de ku li roja Çarşemî 27ê Tîrmehê hatiye belavkirinê de hatiye ku: di heyamê 6 mehên destpêkiya sala 2022an a Zayînî de, zêdetir ji 250 kes di Îranê de hatinê îdamkirin.
Pêka gotina “Cihgira Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê ya Rêkxistina Lêbihorîna Navneteweyî “Diana El-Tehawî”, di nîveye yekê ya îsal de, komara Îslamiya Îranê bi awayê nêvincî her rojê aliyê kêm 1 kes îdam kiriye”.
Pêka gotina navbirî, rejîma Îranê di astek berfireh de kuştina mirovan didomîne.
Birêvebera Cîbicîkar a Damezraveya Ebdulrehman Burûmend “Roya Burûmend” tevî îşarekirin bi vê yekê ku 144 welatan dest ji cezaya îdamkirinê berdane, gotiye: “Zêdebûna rêjeya îdamkirinan carek din dide xuya ku Îran di wî warî de gelek ji welatên din ên cîhanê bi pare maye.
Wan du rêkxiravan hayîdarî dane ku hekî îdamkirin bi vê lezginiya “hovane” here pêş, dê rêjeya îdamkirinan di beranber sala 2021an de ku 314 kes bûn, zêdetir dibe.