Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxistina Netewên Yekbûyî daxawz ji Îranê kir ku çiyê din zarokan îdam neke

11:47 - 1 Kanûna Paşîn 2021

Saziya Netewên Yekbûyî îdamkirina kesekê ku bi sûçê kuştina kesekî, di temenê zarokatiyê hatibû sûçdarkirin bi tundî şermezar kir û daxawaz ji rejîma Îranê kir ku dawiyê bi wan îdamkirinên neyasayî û bi dijî yasayên navnetewî bîne.

Roja Pêncşemî 31ê Kanûna Pêşîn, Komîsariyaya Bilind a Mafê Mirov li Saziya Netewên Yekbûyî, tevî mehkûmkirina îdamkirina “Hesen Rizayî”, ragihandiye: “Yasaya UNê kuştina zarokan bi micidî qedexe kiriye û rejîma Îranê erkdar e ku wê qedexeyê bi fermî nas bike û wan yasayan cî bi cî bike.

Herwisa Rêkxistina Netewên Yekbûyî daye zanîn ku cihê xembariyê ye ku di gel hemî cehda wê Rêkxistinê bona rêgirî ji îdamkirina “Hesen Rizayî” ew hate îdamkirin.

“Hesen Rizayî” di sala 2007an de ku wê demê zarok bû, di şer û levdanekê de ku kesek hatibû kuştin, ew ji aliyê dadgehê ve bi sûçê kuştina wî kesî cezaay dabûn û pêka hin zaniyariyan “Hesen Rizayî” di bin îşkenceyan de bi zorê îtiraf bi kuştina wî kesî kiribû.

Îsal 4 zarok ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin û 8 zarokên din jî di bin tirsa Îdamkirinê dene, ku egera hidê heye di demekî nêzîk de cezaya wan jî bête cî bi cî kirin, herwisa 80 zarokên din jî hene hikmê Îdamê bi ser wan de hatiye sepandin.