Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxistina PDKÎ li devera Amerîka û Kanadayê Wêbnarek bona vebîranîna şehîdên “Viyen”ê pêk anî

19:16 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Yekşemî 21ê Pûşpera sala 1400an(11 July 2021) Rêkxistîna PDKÎ li devera Amerîka û Kanadayê bi rêya komîteyên PDKÎ ên li wan welatan wêbnarek bi hilkefta 32`emîn salvegera şehîdên “Viyen”ê bo kadrê berê yê Rêberatiya PDKÎ “Îbrahîm Lacanî” û berpirsê Komîteya PDKÎ li Rojhilatê Kanadayê Dr.“Rojan Aştab” lidar xistin.

Ew wêbnar bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û qulekek bêdengî bona rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Dê wê wêbnarê de “Îbrahîm Lacanî” li derheq kar, jiyan û çalakiyên siyasî yên “Dr. Qasimlo” çendîn bas û rohnkirin pêşkêş kirin û Dr. “Rojan Aştab” li derheq taybetmendiyên rêberê zana li warê dîplomasî, çawatiya girîngîdanên “Dr. Qasimlo” bi wê warê û şiyana dîplomasiya rêberê navdarê Kurd Dr. Qasimlo” çendîn bas pêşkêş kirin.

Rêkxistina PDKÎ li herêma Amerîka û Kanadayê

13ê Temûza 2021a zayînî