Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêresma kulek Çarşemî tevî rêgiriya hêzên ewlehî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve çûn

11:36 - 16 Adar 2022

Rejîma Îranê tevî milîtarîzekirina şeqam û cihgîrkirina hêzên sertkutker û êrîşkirin li ser xelkê nekariye rê ji birêveçûna rêûresmên kulek Çarşemî bigre û di çendîn cihan de hêzên rejêmê neçar kirine birevin.

Rêûresma kulek Çarşemî bi germî û şahiyek bilind li bajarên “Urmiye, Şino û çend cihên din”ê bi rê ve çûne û tevî rejîmê birêvebirina wan rêûresman ji aliyê xelkê ve qedexe kiribû, xelk li hember hêzên ewlehî û leşkeriyên rejîmê rawestan û bi pêdegirî û berxwedan êrîşên wan hêzan şikandin û ew neçar kirin ku birevin.

Herwisa li gundê “Hesen Nûran” a girêdayê bajaraê Şinoyê, tevî ku hêzên ewlehî û leşkeriylên rejîmê gund milîtarîze kiribûn, rêûresma kulek Çarşemî ji aliyê xelkê ve bi govend û agirê Newrozê hatiye pîroz kirin.

Di piraniya gundên parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê rêûresma kulek Çarşemî bi kincên Kurdî û camane, bi hilkirina agir, sitran û govendê bi rê ve çûne û rejîmê tevî êrîşkirin û danîna pîlanan, nekariye rê ji xelkê bigre.