Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresima bidawîhatina Dewreya 231 a destpêkî a pêşmerge li ser çiyayên Kurdistanê

10:27 - 28 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Rêûresima bidawîhatina  Dewreya 231 a destpêkî ya Pêşmerge li ser çiyayên Kurdistanê hate lidar xistin .

Li gorî raporta malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî rêkevfta 4`ê Xermanana 1397`an (26`ê Tebaxa 2018`an) Dewreya  231 a destpêkî a pêşmerge, li ser çiyayên Kurdistanê dawî pê hat, û desteyek ji keç û xortên  şoreşger yên Kurdistanê tevlî refên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” bûn.

Ev rêûresima bi xwendin sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên  Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre “Xalid Dervîje” endamê Desteya Kargêrî a PDKÎ, peyama  Desteya Kargêrî a hizbê pêşkêşî  kesên  beşdar di vê rêûresima bidawîhatina Dewreya 231`an pêşmerge kir.

“Dervîje” di peyama xwe de, îşare bi qonaxa nû a xebata hizbê  ya li jêr navê “Rasana Rojhilat” û girîngiya vê rengê xebatê kir, û navbirî tevî axavitina derheqê girîngbûna stiratîjiya girêdana xebata “Bajar û Çiya” de got: Keç û xortên bi hest yên welat bi coştir li caran ji bo destveanîna azadî ku mezintirîn û bi nirxtirîn hêviya mirovahiyê ye tevlî refên pêşmergeyên Kurdistanê dibin.

 Piştre sirûdek ji aliyê  pêşmergeyên beşdar yên  Dewrê hate pêşkêş kirin.

Di beşeke din a vê rêûresimê de, “Şoreş Êllahveiysî”  raporta hînkirin û perwerdekirina Dewreya 231 a destpêkî a pêşmergeyan pêşkêşî amade bûiyan kir.

Piştre helbesta bi navê “Serdarê Serdar”, ji aliyê “Agirîn Paryad”  ve hate pêşkêşkirin.

Herwisa di beşeke din a vê rêûresimê de, “Argeş Muradî” peyama Dewreya 231 a destpêkî a pêşmerge xwendin.

Hêjayî basyêye ku di vê rêûresimê de, kesên yekem heyanî sêyem yên beşdar di vê dewreyê de, di warên siyasî, leşkerî û disîplînê  hatine xelat kirin.

Ji aliyekî din ve, “Nîçîrvan Mika`îlnijad”  bi gotina stranekê ev rêûresima xemlan.

Ev rêûresima bi  encam dana nimayêşên leşkerî  yên ji aliyê pêşmergeyên beşdar ve dawî pê hat.