Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresimek bona rêz girtin ji 20 sal xebat û têkoşîna endamên Hizbê yên li kempa “Kawe” hat lidarxistin

18:13 - 19 Gulan 2022

Roja Çarşemî 28`ê Banemerê, rêûresimek bona rêz girtin ji 20 sal xebat û têkoşîna endamên Hizbê yên li kempa “Kawe” hat lidarxistin.

Rêûresim bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bona rêz girtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir.

Piştire ji aliyê berpirsê Komîteyê “Birûmend Elyasî” li derheq serdana Dezigeha Rêkxistina Hizbê çend gotinek pêşkêşî amadebûyan hat kirin.

Berpirsê beşa Teşkîlata Eşkere yê Hizbê “Şehram Hemîdzade” liderheq erk û mafên endamên kempa “Kawe” û dijwariyên jiyanê di vê deverê de çend gotinek pêkêşî amadebûyan.

Piştire lewha rêzgirtinê ji wan kesên ku bo heyama 20 salane di nav Hizbê de xebatê dimeşînin, hat pêşkeşkirin û navên wan wiha ne: “Kemal Elyasî, Yedulla Teymûrî, Hesen Palanî, Mihemed Kamran, Hemîd Pîrreza, Hesen Resûlî, Elî Elmasî, Cehangîr Ehmedî, Reşîd Rostemî, Xazî Îrandost, Adil Rehîmî, Husên Serzelî û Reza Elî Elyasî” 

Lewhên rêzgirtinê ji aliyê berpirsê rêkxistina eşkere yê Hizbê “Şehram Hemîdzade” û “Mihemed Seyfurî û Mehtab Xizirî” Kadirên Rêkxistinê û Berpirsê Komîteya Kempa “Kawe” “Birûmend” û “Ebdulla Tayşeyî” endamê kevin yê Hizbê hate ji wan hate pêşkêşkirin.