
Roja Şemî 18`ê Tîrmeha 2022`an, rêûresima bidawî hatina dewreya 257`an ya destpêkî ya pêşmergayetiyê, bi amadebûna kadr, pêşmerge û mamosteyên fêrgeha Hêza Pêşmergê Kurdistanê hat lidarxistin.
Rêûresim bi xwendina neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.
Piştire “Hêwa Mîrzayî” serpereştê Dezgeha Perwerdê, her bi vê hilkeftê çend gotin pêşkêşî amadebûyan kir.
Herwisa di beşek din a vê rêûresimê de, sirûdek ji aliyê yek beşdarên dewrê ku hatibû amadekirin pêşkêşî amadebûya kir.
Piştre rapora Perwerdehiya fêrgehê, ji aliyê “Serwer Me`irofî” şêwireyê dewrê hat xwendin.
Di beşek din a vê rêûesimê de, sirûdek ku ji aliyê yek ji beşdarên fêrgehê ku hatibû amadekirin, hat pêşkêşkirin.
Beşdarbûyên dewrê bi hilkefta bidawî hatina dewereya xwe, peyamek amadekiribûn, di beşek din a vê rêûresimê de vê rêûresimê de, ji aliyê beşdarbûyê dewrê “Serdar Komasî” ve hat xwandin.
Herwisa di beşed din a vê rêûresimê de, li warên cerbandinên siyasî û leşkerî ve, sê kesên yekem li warê parastina nezim û dîsîpilîna fêrgehê, ji aliyê “Feyzola Rûhanî” û “Aske Hesenzade” berpirsa komîteya Zagrosê, xelat ji wan re hatin pêşkêşkirin.
Di dawiyê de destxweşî û mandînebûn ji tev kes û organan rhat gotin ku, di birêveçûna rêûresimê de alîkar bûne.