Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma dawî hatina sêyemîn kongireya YJDKÎ bi rêve çû

20:34 - 3 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: 3’emîn kongireya Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê li jêr navê “Kongireya ser xistina îradeya jin” û bi silogan “Pêşengiya jina Kurd di pêxema pêşerojeke azad de” bi serkevtyî bi dawî hat.


Li gor raporta peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, paş nîveroya roja Şemî 3’ê Çileya Paşîn a 2015’an, rêûresma dawî hatina kongireya sêyem a YJDKÎ, bi rêve çû.
Rêûresma han bi amadebûna endamên YJDKÎ û endamên rêveberiyê yeketiya jinan û hilbijardeyên kongireya 3, pêşmerge û endamên PDKÎ, li bargeha PDKÎ bi marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo canê paqij yê şehîdên riya rizgariya kurdistanê dest pêkir.
Paşan Şine Dirûdger endama rêveberiya jinan, raporta dawî hatina kongirê pêşkeş kir.
Piştre Xulam Fatihî bi halîkariya kora mûzîk a PDKÎ, stranek pêşkeşê merasimê kir.
Di pişka din a rêûresmê de, Şehîn Behmen Sultanî, ji aliyê komîteya YJDKÎ li derveyî welat bi nûnerayetiya rêveberên pêşîn çepkegulek pêşkeşê Êlham Çayîçî sekretera giştî a pêşîn û herwuha çepkegulek pêşkeşê Fatime Osmanî sekretera nû a YJDKÎ ya hilbijardeya kongira 3, kir.
Piştre ji aliyê YJDKÎ spas û pêzanîn hemû kadr û pêşmerge û organên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hatkirin ku di birêvebirina kongirê de halîkarê wê saziyê bûne.
Paşan ji aliyê beşdarên rêûresmê ve pîrozbahî ji heyeta rêveberiya nû a hilbijardeya kongireya 3 a YJDKÎ hatkirin û hêviya serkevtinê wan re xwastin.
Rêûresm bi govend û dîlan bi dawî hat.