Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma dawîhatina dewreke din a siyasî bo pêşmergan bi rê ve çû

18:11 - 3 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rêûresma dawîhatina dewreyek din a siyasî bo pêşmergan, bi amadebûna parek li endamên rêberî, kadir, pêşmerge û malbatên Hizba Demokrat, hate lidarxistin.

Roja Çarşemî, rêketa 11`ê Xermanan, rêûresma dawîhatina dewreyek din a siyasî bo pêşmergên PDKÎ, ji aliyê Dezgeha Perwerede û Lêkolînve di binkeyeke Hizba Demokrat de bi rê ve çû.

Rêûresim bi xwandina marşa netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama Dezgeha Perwerde û Lêkolîneve ji aliyê “Leyla Dilpesend” ve hate pêşkêşkirin.

Piştre peyama dewre ji naliyê “Aro Semedî” ve hate xwindin.

Di parek din a vê rêûresmê de, stranek ji aliyê “Nîzam Secadî” ve bo amadebûnên dewrê hate pêşkêşkirin.

Di dawiya rêûresmê de, mamoste “Qasim Keleşî”, endamê Navenda Siyasî a Partiya Demokrat, xelata kesên ku serkevtin di vê dewrê de bidestanîne pêşkêş kir.