
Rêûresma Newroza Kurdî di roja 2ê ya sala nû de ji aliyê xelkê ve bi germî û bi awayek berfireh bi rêve çûye û rejîmê tevî hemû hewl û pîlanên xwe, nekarî rêgirî ji xelkê bike û li hember îradeya xelkê Rojhilatê Kurdistanê şikest xwariye.
Rejîma Îranê bi milîtarîzekirina bajar û gundan hewla rêgirîkirin ji lidarxistina wan rêûresman daye û lidarxistina rêûresma Newrozê ji aliyê xelkê ve qedexe kiriye, lê di hemû hewlên xwe de rastî şikestê hatiye û xelkê bi îradeyek bihêztirji salên derbasbûyî, rêûresma Newroza Kurdî bi rê ve dibin.
Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi hilkirina agirê Newrozê, bi liberkirina kincên Kurdî û camane û hewriyan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê, rêûresma Newroza Kurdî di roja 2ê de jî bi rê ve birine.
Rejîma Îranê hewla birêvebirina rêûresmên Newrozê dabû ku bikare naveroka Kurdiya Newrozê sansor bike lê carek din rastî şikestê hat û xelkê di rêûresmên ku rejîmê lidar xistibûn beşdarî nekirine.
Di çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê de hêzên rejîmê êrîşî li ser xelkê kirine û hewla rêgirî ji birêveçûna rêûresmên Newrozê dane, lê hêzên serkutkerên rejîmê di wan êrîşên xwe de rastî berxwedana xelkê hatin û di çendîn bajaran de şer û levdan di navbera xelkê û hêzên rejîmê de qewimîne û hêzên rejîmê rastî şikeste hatin û revîne.
Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi birêvebrina rêûresmên Newrozê, “Ne” yek mezin bo Komara Îslamiya Îranê gotine û bi awayekî bi şan serkevtine û rêûresmên Newrozê bi agirek geştir û germiyek zêdetir berdewam e.