Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma wekirina 4\'emîn kongireya Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên kurdistana Îranê

14:04 - 26 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Kongireya 4\'emîn a Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên kurdistana Îranê li jêr derûşma Yekgirtina gotara tevgera xwendekarê Kurd dest bi karên xwe kir.
Li gor rapora peyamnêrê Kurdistanmedia, roja Çarşemî 25\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, YXDKÎ bi amadebûna endamên rêberiy PDKÎ û hejmarek ji nûnerên rêxistinên Xwendekarên Kurdistana Îranê û bi beşdariya mêvanan, rêûresma wekirina çaremîn kongireya xwe li jêr derûşma Yekgirtina gotara tevgera xwendekarê Kurd dest pêkir.

Ew rê û resm di destpêkê de bi xwendina sirûda neteweyî aEy Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji şehîdên Kurd û Kurdistanê û bi taybet şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê despêkir.

Peyama Diyako Xeyat berpirsê komîteya Zagros a Yeketiya Xwendekaran li zanîngeha Tewrêzê ku bo 4\'emîn kongira YXDKÎ rêkiribû ji aliyê Xalib Hebîbîve hat xwendin.

Paşan Kerîm Prwîzî endamê Deftera Siyasî PDKÎ peyama endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ bo vê bone pêşkeş kir.
Pişka din a rêûresma han ku bo peyama Xwendekarên Kurdê zanîngeha Îlamê hatibû terxan kirin ku ji aliyê Omîd Ebdîve hat xweandin.

Ehmed Dizeyî serkokê zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê peyamek bo vê bonêrêkiribû ku ji aliyê Serdar Îranîve hat pêşkeşkirin.

Çend peyamek din jî her bi vê bonê hatibûn rêkirin ku pêk hatibûn ji:

-Tevgera Xwendekarên Kurd û Ciwanên Azadîxwaz
-Hejmarek ji xwendekarên zanîngeha Kirmanşanê
-Peyama Ezîz Nebî Turuf çakavanê Ereb ziman
-Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê
-Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê
-Yekgitina Îslamî ên Kurdistanê
-Partiya Şîû\'î a Kurdistanê
-Komeleya Xwendekarên Rojhalatê
-Yeketiya Neteweyî a Xwendekarên Kurd
-Civaka Aştî û pêşveçûna kurdistanê (CAPK)
-Peyama Îbrahîm Lacanî
-Peyama Selah Mecîdpûr
-Peyama Seîd Îlamî çalakvanê xwendekarî li zanîngeha Ellame Tababenayî a Tehranê
-Hejmarek ji Xwendekarên zanîngeha Urmiyê
Di navê rêûresma han de çendîn stran û sirûd ji aliyê korsa mûzîk a PDKÎ ve hatin pêşkeşkirin.