Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bo şehîd “Hadî Şêxe û Eyûb Sultanî” li çiyayên Kurdistanê bi rê ve çû

13:49 - 31 Gulan 2021

Pêşmergên Hêza 122 a Pêşmergê Kurdistanê bo rêzgirtin ji qehrimanetiya “Hadî Şêxe û Eyûb Sultanî” rêûresmek taybet lidar xistin.

Ew rêûresme bi beşdariya berpirsên leşkerî û siyasî ên Hêza 122 bi rê ve çû.

Şehîd “Hadî” di Hêza 122 de Serlik bû û karîbû bi zîrekatî û jêhatiya xwe wê pelê rêkxistin bike.

Rêkevta 8`ê Cozerdanê, şehîdan “Hadî Şêxe” tevî “Eyûb Sultanî” li ser rêya Mihabad-Pîranşehr, li nêzê gundê “Likbin” rastî boseya hêzên bikirêgirtî ên rejîma Îslamî a Îranê hatin û tevlî karvanê şehîdan dibin.