Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reuters: girûpên ser bi rejîma Îranê bikerên êrîşa ser mala Serokwezîrê Îraqê ne

18:14 - 9 Çirriya paşîn 2021

Nûçegihaniya “Reuters” di raporekê de bas ji vê yekê kiriye ku ew dironên bombrêjkirî yen ku bo êrîşkirin li ser mala “Mistefa El-Kazimî” hatine bikaranîn berhemên Îranê bûne û aliyê kêm du girûpên çekdar ên ser bi rejîma Îranê di wê êrîşê de rol hebûne.

Di wê raporê de ku pêka gotinên du çavkaniyên ewlehî yên Îraqê hatiye belav kirin, girûpên “Ketaîb a Hizbûllh” û “Esahbê Ehlê  El-heq” di wê êrîşê de rol hebûne.

Roja yêkşemî 16ê Xezelwerê, mala “Mistefa El-Kazimî” serokwezîrê Îraqê bû bi armanca dronên bombrêjkirî, pêka daxuaniya Wezareta Hundir a Îraqê ew êrîş bi sê dironan hatiye encam dan û du ji wan dironane xistine xwarê û dirona sêyem mala “Mistefa El-Kazimî” kiriye bi armanc.

Roja Duşemî 17ê Xezelwerê, Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî di daxuyaniyekê de hewla terora “El-kazimî” bi tundî şermizar kir û daxwaza lêkolîn ji bikerên wê hewla terorîstî kirine.

Fermandê Spaha Qudis a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst  “Îsmaîl Qaanî” piştî wê êrîşê û şika vê yekê ku ji aliyê Îranê ve ew êrîş hatibe rêkxistinkirin, bo çewtekarî, serdana bajarê “Bexda”yê kir û tekezî li ser parastina ewlehiya Îraqê û lipeykevtin bo daxwazên neraziyên hilbijartina Îraqê kir.

Serokwezîrê Îraqê “Mistefa El-Kazimî” li bertek wê êrîşê gotibû: Kesên ku di pişt wê êrîşa terorîstî de ne bi başî nas dikim”.

Heta niha ti kes û aliyek berpirsatiya wê êrîşa li ser mala “El-Kazimî” li devera Kesk a Bexdayê li stuyê xwe negirtiye .