Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêveberên xwendingehekî Seqizê daxwaza 500 hezar Tûmen ji dersxwanan kirin e

15:07 - 26 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Qutabxana amadeyî ya 200 kesî a Qişlaxa Pird li devera Seqizê bi dersxwanan ragihandine ku dibe her dersxwanek di heyvekê de 500 hezar Tûmen bo xwendingehê dabîn bikin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, berpirsên xwendingeha şev û rojane a gundê Qişlaxa Pirda ser bi devera Serşêwa bajarê Seqizê, daxwazkirin e ku her dersxwanek divê mehê 500 hezar Tûmen dirav bîne û gefa derkirina dersxwanan kirine ku eger ew hinde dirave nehênin.
Qutabxana Qişlaxa Pird 200 dersxwan heye, seba nebaşiya abûrî û kêm dahat û nebûna kar a piraniya malbatan, tewana dabînkirina 500 hezar Tûmen di mehekê de bo zarokên xwe tûninin.

Berpirsên xwendingeha han gef lê xwarine, ew dersxwanane ku ew hinde dirave bo xwendingehê dabîn nebik di vê xwendingehê de dê bihêne derkirin.
Li gor benda yeka madeya 26\'a ragihandina Cîhanî a mafê mirov bo perwerde û hînkirinê aliyê kêm dibe perwerdeya destpêkî û nawendî bê hemberî bo dersxwanan terxan bike.

Beşa A benda 2\'a madeya 13\'a danezana gerdûniya mafên abûrî û civakî û perwerdeya bê beramber ku Îranê sala 1354\'a Rojî naveroka wê danezanê pejrand, dibêje: Perwerde û hînkirina destpêkî dibe îcbarî û bê beramber be û hemû civak bi asanî bikarin ji vê mefah wergirin.
Her wusa di benda duyema esla sêyema yasa bineretî ya Îranê de hatiye: Dewlet erkdar e hemû îmkanata perwerde û hînkirinê bo hemû astek û qonaxên xwîndinê dabîn bike û herwuha li esla 30\'a yasa bineretiya Îranê dibêje: Dewlet erkdare hevceyên perwerde û hînkirina bê beramber bo hemû xelkek heya dawiya qunaxa amadeyî dabîn bike û xwîndina bilinda jî heta asta xwebijeya welat bi awayeke bê beramber girîngî didetê.
Di Îrana jêr destelatdariya rejîma Îslamî de, tû ji wan yasayane nehatine cîbicîkirin û bigre rejîma Îranê xwe rêxweşker û sedema serekî ya binpêkirina yasaya navdewletî û heta ku yasayên xwe ye jî.