Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêvîngên Qasimlo li bajarê Îlamê, çalakiyên bangewazî bi rê ve birin

17:39 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya salroja terorkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, çalakiyên bangewazî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera” Kurdistanmedia” yê, Şeva Şemî, rêketa 15 li ser 16`ê Pûşperê, endam û alîgirên Hizba Demokrat li “Dere Bajar” a girêdaya parêzgeha Îlamê, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja Şehîdkirina rêberê mezin ê gelê Kurd, “Dr. Qasimlo”, çalakiyên bangewazî bi rê ve birin.

Qehrimanên Demokrat, li “Dere Bajar” a girêdayî parêzgeha Îlamê, bi sloganên wekî: Bijî HDKÎ, Dirûd ber Qasimlo, û merg û neman bo Spaha pasdaran a terorîst, çalakiyên berfireh yên bangewazî lidar xistin.

Ew cihên ku çalakiyên bangewazî lidar xistin wiha ne: “Cadeya Salih û parka Şaredarî li tenişt binkeya Spaha a pasdaran terorîst.

Her sal li dema nêzîkbûna salroja terorkirina rêberê navdar ê gelê Kurd, xelkên Kurdistan û tekoşerên Demokrat, çalakiyên bangewazî ên cor bi cor bo şermezarkiina terorîzma nevdewletî a rejîma Îslamî a Îranê, bi rê ve dibin, û peyman digel rêbaza Şehîdên Kurd û Kurdistanê nû dikin.