Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêvîngên rêbaza “Dr.Qasimlo” di deve devê 22 yê Pêşperê de soza wefadariya xwe nû dikin

18:13 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2020

Endam û alîgirên emegdarê rêbaza “Dr. Qasimlo”yê rêber, di bajarên Merîwan, Seqiz, Mihabad û Bokan”ê de, çalakiya berfireh yên teblîxî bi rêve birin,

Wan çalakvanan bi hildana Ala ya Kurdistanê, belavkirina wêneyên “Dr. Qasimlo” di piraniya taxên wan bajaran de emegnasiya xwe bo “Dr. Qasimlo” nîşan dan û bi nûkirina peymana wefadariya xwe li ser rêbaza wî rêberê mezin, amedebûna xwe bo her erkekî Hîzbî û micidbûna xwe li ser domandina wê rêbaza pîroz dane xuya kirin.

Wan têkoşer û çalakvanên demokrat bi diruşmên wekî, “Dr. Qasimlo di rêbaza xwede zindiye, bijî PDKÎ, merg û neman bo Xamineyî, heya nefesa dawiyê rêbaza Dr. Qasimlo berdewame,û hindek din ji diruşmên taybet bi 22ê Pûşperê û xemilandina wan bajarn bi wêneyên Dr.Qasimlo” çalakiyên xwe yên teblîxî bi rêve birin.

Di hindek cihan wekî bajarê bokanê, tevî rewşekî tunde ewlehiyê ji aliyê hêzên rejîmê ve, ew çalakî hatne bi rêve birin.